07 Mijdar 2015•Rojanekirin: 07 Mijdar 2015
ANKARA
Sepana saeta havînê ji ber ku bi dawî dibe îşev ji seat 04.00an pê ve wê saetek paşve bê hildan.
Sepana saeta zivistanê ji ber hilbijartina giştî ya 1ê mijdarê hat kirin neket rewacê û taloqî 8ê mijdarê kirin. Lewra ji bo sepana seata zivistanê qewl di 25ê cotmehê de bi dawî bû û verastkirina der heqê vê meseleyê de bi îmzeya Wezîrê Vejen û Çavkaniyên Sirûştî Alî Riza Alaboyun ve ji Serokwezîriyê re hatibû şandin.
Di çarçoveya verastkirinê de sepana saeta zivistanê divê di 25ê mijdarê de dest pê bikira lê ji ber hilbijartina 1ê mijdarê taloq bû.
Li gor biryarê saet wê di 8ê sermawezê de (îşev) ji 04.00an hildin 03.00an û sepana saeta zivistanê ji sibê şûnde wê dest pê bike.
Sepana saeta havînê li Tirkiyeyê di 29ê adarê de roja yekşemê ketibû rewacê.