07 Mijdar 2015•Rojanekirin: 09 Mijdar 2015
ANKARA
Hêzên Çekdar yên Tirk, di çarçoveya operasyonên ku di 27ê Îlonê da, li Çiyayê Buzul, Çiyayên Îkiyaka û Dola Doskî, dijî rêxistina terorê dest pê kiribûn da ew dever ji terorîstan paqij kir.
Bi saya operasyona ku navê Şehîd Piyade Kurmay Yarbay Îlker Çelikcan lê hatiye dayin, "her weke hem boriya xwarin û hem jî boriya henasedayina PKKê bibire, xiste rewşeke wisa ku nikare tevbilebite".
Li gorî agahiyên ku nûçegihanê AAyê ji çavkaniyên ewlehiyê yên wê deverê bi dest xist, bi operasyona ku Hêzên Çekdarên Tirk bi mebesta têkbirina terorîstên cihêxwaz yên li Îkiyakalar û Girê Oremarê dest pê kiribû, herêma Dola Doskî û başûrê wê ku kilîda qaşo "eyaleta Cîlo" ye, ya ku rêxistina terorist avakirina wê ji xwe ra kiribû armanc, hate paqijkirin.
Hêzên ewlehiyê, di çarçoveya operasyona ku bi mebesta dûbare vekirina wê herêmê û têkbirina şikeft, ziving û depoyên erzaq yên rêxistinê û paqijkirina rêyên devarên jorî li Oremar (Daglica) û Yeşiltaşê ji teqemaniyan, di 5ê Mijdarê da herêma Girê Oremarê bi tevahî kontrol kir. Hêz herweha ji bo têkbirina grûpên biçûk yên ku nekarîne wê herêmê bi cih bihêlin, di lêgerînê da berdewam e.
- Terorîstên ku weke teqwiye hatibûn hatin têkbirin
Li gorî agahiyan, di operasyonan da, car bi car mesafeya di navbera sengerên hêzên ewlehiyê û endamên rêxistina terorist dadikeve 160 mêtreyî û ji mesafeyên 5-10 mêtreyî jî bombeyên destan têne bikaranîn.
Herweha ew grûba teqwiye ya ku Mûrad Karayilan piştî hatina kampa Zapê, di 18 cotmeha 2015an da ferman dabû, da biçin hawara wan terorîstên ku di herêmê da asê mabûn, di encama firînên keşfê û tesbîtkirinê yên balafirên IHA/IKU da, berî ku bigihêjin cihê ku dixwazin, hatin têkbirin.
Çavkaniyên ewlehiyê dibêjin "rêya çûn û hatinê ya di navbera Tirkiyeyê û herêma bakurê Iraqê da ku ji herdu aliyan ve krîtîk e, li PKKê hatiye tengkirin û her weke hem boriya xwarin û hem jî boriya bêhnvedanê ya PKKê bê birîn, ew xistine rewşeke wisa ku nikarin tevbigerin. Bi vê rewşê ra terorîstên nav Tirkiyeyê, endamên YDG-H û rêxistina KCKê rûbirûyê têkçûnê bûne. Ji bo ku hê jî têk herin, divê operasyonên nav welêt xurttir bibin."
- Yekîneyên taybet di operasyonê da beşdar in
Li wê herêma ku ji dol û newalên asê û ji zinarên bilind pêk tê û şevan pileya germahiyê dikeve 15 pile li jêr sifirê û qeşa dikeve, operasyonan 40 rojî berdewam kir. Herweha di operasyonan da yekîne bi helîkopteran 2-3 rojan carekê dihatin veguhastin.
- Gelê Herêmê kêfxweşiya xwe bi eskeran ra parve dikin
Ji aliyê din ve welatiyên ku li Daglica û gundên dewrûberê dijîn, kêfxweşiya xwe bi eskeran ra parve dikin.