ANKARA
Anadolu Agency bûyerên girîng ên ku di sala 2014an de qewimîbûn bi şahidiya nûçegihanên xwe ve bi salnameyên amade dike ve di hişê mirovan de bi cih dike.
AAya ku hewl dide bikeve nav pênc ajansên herî mezin ên dinyayê her diçe mezin dibe. AA îsal jî bi zimanê tirkî, îngilizî û erebî salnameyên ku amade kirine wê pêşkêşî mirovên ku bi arşîvan re eleqedar dibin bike.
Edîtorên AAyê ji Asyayê bigre heta Ewrupayê, ji Afrîkayê bigre heta Amerîkayê bûyerên ku li her derê dinyayê qewimîne berhev kirin û salname amade kirin. Ev salname him bi wêne û dîmenan ve û him jî metnan û nivîsan ve gelekî dewlemend in.
Di van salnameyan de wêneyên AAyê yên ku di çapemeniya cihanê de jî cih girtin ji 1ê çileya paşîn heta 31ê çileya pêşîn bi awayekî kronolojîk hatin weşandin.
Berhemên ku bi sê zimanan û wêneyên balkêş ve hatine amadekirin ji ber ku bûyerên dinyayê yên hemû herêman di xwe de dihewîne balê dikşîne.
Di salnameyê de êrîşên Îsraîlê yên li ser Xezeyê, bûyerên li Sûriyeyê, protestoyên Fergusonê û bûyerên wek van ên ku di rojeva cihanê de gelekî hatin axaftin hene.
Ji bilî van di beşa dawîn de "Wêneyên Salê" ên bi ser ketine jî hatine weşandin.
Hemû vîdeoyên salnameyan him li ser youtube û him jî li ser www.aa.com.tryê wê bên temaşekirin.
Salnameya 2014an ya AAyê di hefteya ewil a meha çileya paşîn de wê li pirtûkfiroşan de bê firotan.