İbrahim Atmaca
20 Tîrmeh 2020•Rojanekirin: 21 Tîrmeh 2020
Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan Tirkiyeya Welatê Sereke di têkoşîna wan a biryardar da timî ligel Tirkê Qibrisê bûye, weke 46 sal berê îro jî Tirkiye temînata aştî, îstiqrar û hizûra Tirkê Qibrisê ye û wiha dewam kir: "Li Giravê çareseriyeke heqî û mayînde tenê bi qebûlkirina statuya wekhev a Tirkê Qibrisê mimkun e."
Erdogan ji bo salvegera 46emîn a Herekata Aştiyê ya Qibrisê peyam weşand û bangî welatiyên Koma Tirk a Qibrisa Bakur (KKTC) kir.
Erdogan wiha got: "Ji 50 salî zêdetir e ku Tirkê Qibrisê têkoşîna wekheviyê dide û tu li dinyayê tu mînakeke weke sebr û dîrayeta Tirkê Qibrisê tuneye. Gelê Tirk ê Qibrisê digel her cure zext û tehdîdê, têkoşîn daye, xwedî li maf û azadiya xwe derketiye. Tirkiyeya Welatê Sereke di têkoşîna biryardar wan a biryardar da timî ligel Tirkê Qibrisê bûye, weke 46 sal berê îro jî Tirkiye temînata aştî, îstiqrar û hizûra Tirkê Qibrisê ye, wê wisa be jî."
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan destnîşan kir ku li Giravê çareseriyeke heqî û mayînde tenê bi qebûlkirina statuya wekhev a Tirkê Qibrisê mimkun e û wiha dewam kir: "Divê Aliyê Rûm wekheviya siyasî ya Tirkê Qibrisê û mafên wekhev ên çavkaniyên siruştî yên Giravê dereng nexe û teslîm bike."
Erdogan daxuyand ku Tirkiye û aliyê Tirk ê Qibrisê timî helwesta aştî û lihevkirinê da nîşan, ji bo çareseriyê îradeyeke eşkere nîşan daye û wiha dewam kir: "Lêbelê ev nayê wê wateyê ku wê ji mafê gelê Tirk ê Qibrisê fedakarî were kirin. Tirkiye weke heta roja îro, wê ji vir û şûnda jî ji bo parastina maf û hiqûqa gelê Tirk ê Qibrisê her cure hewildanê bide."