ANKARA
Li gorî daxuyaniya Partiya Aştî û Demokrasiyê(BDP) ji bo pêkanîna hevdîtina 9emîn şande çû girava Îmraliyê û hevdîtin 4 saetan domiya.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku Ocalan di civînê de wiha axiviye: "Civîn û hevdîtinên min yên bi şandeya dewletê re didomin. Ji aliyê me ve pêvajo bi vî awayî didome. Heta vê qonaxê pozîsyona min bi awayekî navbeynî dihate dîtin lêbelê ev pozîsyona min ber bi pozîsyona stratejîk ve vediguhere. Ji bo ku ez dikaribim piştevaniyê bikim him ji bo pirsgirêkan nav Tirkiyê him jî di serî de Sûrî ji bo pirsgirêkên herêmê divê pozîsyona min bi awayekî stratejîk were nirxandin.
Ez difikirim ku divê hikûmet jî bi bestekên demokratîkbûnê gavên pratîk biavêje, ji bo pêvajo bi awayekî dirûst dewam bike ev yek pêwist e."