ŞANLIURFA
Hin şaredarî ji bo penaberên kurd ên ku ji ber pevçûnên li Kobanêya Helebê di navbera DÎŞI û hêzên kurdan de diqewimin xwe sipartin Tirkiyeyê, seferber bûn.
Li gor agahiyên ku nûçegihanê AAyê berhev kir di serî de Şaredariya Bajarê Mezin a Rihayê, şaredariyên Wan, Diyarbekir, Mêrdîn û gelek şaredariyên din ji bo penaberan seferber bûn.
Şaredariya Bajarê Mezin a Rihayê ji bo penaberan navendên sitarê ava kir. Şaredarî her roj li 4 ciyan şorbeyê dide 15 hezar kesî. Şaredarî nêzî 120 personel û 51 wesaîtên xwe ve xizmetê dide kurdên Sûriyeyê.
Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê jî tira xwe ya tenduristiyê ji bo penaberan şand Sirûcê.
Şaredarî her roj bi 40 personelên xwe xwarinê li 20 hezar kesî belav dike û di 10 konên tenduristiyê de bi kal, pîr û nexweşan re eleqedar dibe.
Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê mehekê xwarin li 2 hezar penaberan bela kir û bi wesaîtên xwe jî xizmeta penaberan dike.
Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê jî ji bo alîkariya penaberan xizmetên xwe berdewam dike.