SÎÎRT
Li gorî daxuyaniya nivîskî ya Şaredariyê hat diyarkirin ku li qada gund merasîm hat lidarxistin û di merasîmê de malbatên Kizmaz û Ozay li hev anîn.
Şaredarê Sîîrtê Selîm Sadak, Serokê Navçeya Perwariyê Suleyman Engîn, mûxtarên gund, rîsipî û mezinên malbatên Ozay û Kizmaz beşdarî merasimê bûn.
Sadak di merasimê de diyar kir ku divê êdî bûyerên wiha neqewimin û spasiya malbatên Ozay û Kizmaz kir.
Piştî diayan malbatên Ozay û Kizmaz, destê hev girtin û li hev hatin.