KARS
Waliyê Qersê Gunay Ozdemir diyar kir dema ku avahiya werzişê ya ku li Sarîqamîşê tê çêkirin temam be navçeyê di demên qampan de ji bo kulûbên werzişê bibe navendeke girîng.
Ozdemir daxuyanî da nûçegihanê AAyê û destnîşan kir ku Sarîqamîş navçeyeke dîrokî û tûrîstîk e lê bi temambûna çêkirina tesîsên werzişê ve ew ê ji bo qampan jî bibe navendeke baş.
Ozdemir diyar kir ku li navçeyê erdê hêşîn zehf e û wiha axivî: "Li Sarîqamîşê ji bo sporê bingeheke baş heye. Çêkirina avahiya tesîsên sporê hindik ma ku biqede. Çêkirina sehayên me temam bûn, me sehayên xwe çîm kir, Xwedê hez bike ew ê ji havînê re amade be."
Ozdemir bangî hemû kulûbên sporê kir ku bira qampên xwe li vê derê bikin û wiha got:
"Bingeha me, sehayên me yên antrenman, fitbol, voleybol û tenîsê amade ne. Otêlên me jî amade ne. Sala pêşiya me rewşa qampê yê hê jî baş be. Ez ji hemû kulûban dixwazim bira bên û tesîsên me bibînin û binirxînin. Dema ku li derveyî welêt qampan dikin li ser wan zêdetir mesref çêdibe. Tesîsên li Qersê ji bo her kesî firsendeke mezin e.
Ozdemir destnîşan kir ku çûyîn û hatina tesîsên li navçeyê zehf hêsan e û saziya rêbejayê rêyên herêmê gelekî baş çêkirine.