Haydar Şahin
26 Sibat 2019•Rojanekirin: 27 Sibat 2019
Serdozgeriya Komarê ya Andoluyê bi hinceta "bi zanatî qirêjkirina hawirdorê" der barê bêhna li Tuzlayê ya ku hê çavkaniya wê nayê zanîn da lêpirsîn da destpêkirin.
Li gor agahiyên hatin sitandin, Serdozgeriya Komarê ya Anadoluyê ji bo tesbîtkirina çavkaniya bêhna giran a li Taxa Îçmelerê û navçeyê belav bûye were dîtin lêpirsîn da destpêkirin.
Hat ragihandin ku di çarçoveya lêpirsîna serdozgeriyê bi hinceta "bi zanatî qirêjkirina hawirdorê" daye destpêkirin da xebatên tesbîtkirina çavkaniya bêhnê dewam dikin.
- Bûyer
Bêhneke giran a ku sedema wê nayê zanîn li Îçmelera taxa Tuzlayê û navenda navçeyê belav bibû, welatiyan haya meqamên eleqedar pê xistibûn li ser vê ekîbên AFAD, AKOM, ÎGDAŞ, agirkujî û zabiteyê dest bi lêkolînan kiribûn.