Haydar Şahin
26 Sibat 2019•Rojanekirin: 01 Adar 2019
Li Baxçesaraya navçeya Wanê ya ku zivistanê ji ber berf û bagerê rêya wê tê girtin Halîl Îbrahîm Çelîkê doxtor û 2 hemşîre guh nadin berf û bagerê ji bo nexweşên li gund û taxan derdikevin rê.
Çelîkê li Navenda Tenduristiya Civakê ya Baxçesarayê wezifeyê dike û Gulcan Altun û Denis Kilinça hemşîretiyê dikin ji bo nexweşên kronîk ji çil û çiyayên bi berf derbas dibin û digihîjin nexweşên li gundan.
Ekîba ku li malan xizmetê dide nexweşiyên wekî, şilbûn, obezîte, alzaymirê û nexweşên ji emeliyatê derketine bi canfidayî wezifeya xwe dike.

- "Ligel tengasiyan digihîjin gundan"
Çelîkê doxtor daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku li 70 ciyên navçeyê rê tê girtin lêbelê guh nadin vê û hewl didin herin ba nexweşan.
Çelîk got ligel girtina rêyan dixebitin ku xizmetê bibin ber destê nexweşan û wiha axivî: "Em hin caran hetanî nêzî gundan bi wesayîtê diçin. Hin caran jî piraniya rêyên girtî dimeşin. Tengasiyeke mezin dikişînin lêbelê digihîjin gundan."
Çelîk got armanca wan ew e ku zivistanê jî xizmeta tenduristiyê bidin welatiyan û wiha pê da çû:
"Em guh nadin çil û çiya û çeman. Rê girtîbin jî ji bo me girîng nîne. Em turên xwe didin destê xwe û derdikevin rê. Em her tim bi hevalên xwe ra dixebitin. Em bi dilgeşî karê xwe dikin. Dema em diçin cihên dûr welatiyên me zehf kêfxweş dibin. Hin caran li cihên ku çûyîna wan bi meşê jî zehf zor in me dibînin welatî şaş û metel dimînin û kêfxweşî dibin."

- "Em dimeşin"
Deniz Kilinça hemşîre jî got gelek tengasiyan dikişînin û digihîjin nexweşan û ji bo nexweşiyan agahiyan didin welatiyan.
Kilinç axaftina xwe wiha domand:
"Salên berê dema rê bihata girtin nexweş di gund da diman û nikaribûn bihatana nexweşxaneyê. Gundiyan betanî li nexweşên xwe dialandin û li ser xizangan dianîn, nika tiştekî wisa tune. Çi dibe bira bibe em bi wesayîtê hetanî ciyekî diçin û ji wir şunda jî dimeşin. Em guh nadin herî, cemed û berfê û hewl didin herin cem nexweşên xwe. Hin caran em hilbasî çiyê dibin û destên me serma dikin. Em hin caran jî ji bo nekevin destê hevdu digrin."
- "Xwedê ji rayedaran razî be"
Tûmur Kandemirê gundî got di şert û mercên dijwar da ekîb tên nexweşan kontrol dikin û derman dikin ji ber vê gelekî kêfxweş dibin û wiha axivî: "Berê dema rêya me bihata girtin, me bi îmkanên xwe nexweşên xwe dibirin navenda navçeyê. Nika zivistanê doxtor tên ber derê me. Dermankirina nexweşên me li malan dikin. Ji vê xizmetê menûn in. Xwedê ji rayedaran razî be."