Li Balafirgeha Hekarî Yuksekovayê seferên balfira dest pê kir.
Teyareya rêwiyan a ewil a Rêhewaya Tirkiyeyê (THY) li Balafirgeha Hekarî Yuksekovayê ku wê Serokomar Recep Tayyîp Erdogan û Serokwezîr Ahmet Davutoglu bi fermî vebikin, danî.
Gelê Hekariyê berê ji ser balafirgeha Wanê diçûn û dihatin û bi saya vê balafirgehê wê êdî ji bajarê xwe biçin bajarên din û bên. Şêniyên ku berê ji bo biçin derveyê bajêr dema hewce dikir biçin Wanê rêwîtiya wan 5 saetan dewam dikir. Welatî êdî ji ber ku wê ji vê zehmetiyê xilas dibin ji Serokomar Recep Tayyîp Erdogan û Serokwezîr Ahmet Davutoglu re spas dikin.
Îslam Bedeviyê ku ji Îranê hat Yuksekovayê û bileta teyarê ji bo xwe û malbata xwe kirî wiha got: "Ez bi malbata xwe ji Îranê hatim. Em berê bi zehmetî diçûn. Ji bo ku em li teyareyê siwar bibin diçûn Wanê. Em di wê demê de pir aciz dibûn. Niha pir xweş bû. Em ê ji vê derê rasterast biçin Stenbolê.
Nurettîn Koçakê ji Hekariyê ku ji bo nîşana kurê xwe biçe Stenbolê jî wiha got: "Me qîzek xwestibû û niha jî em ji bo xelatê diçin Stenbolê. Ev derfet ji bo me gelek bi kêr hat. berê em rastî gelek zehmetiyan dihatin û perê me jî zêde diçû. Xwedê ji wan kesên ku di vê xebatê de cih girtin razî be."