BATMAN
Serbalyozên 65 welatan di çarçoveya bernameya Meclisa Îxracatkarên Tirkiyeyê (MÎT) de hatin Heskêfa navçeya Batmanê.
Serokê MÎTê Mehmet Buyukekşî li Heskêfê daxuyanî da rojnamevanan û diyar kir ku serbalyozê 65 welatan anîn Mêrdînê û ji wir jî anîn Heskêfê.
Buyukekşî diyar kir ku ew ê piştî Heskêfê herin Midyada navçeya Mêrdînê bigerin û armanca bernameyê ew e bira bibînin ku li Tirkiyeyê hemû kes di nav aştî û biratiyê de dijîn.
Buyukekşî got armanca wan ew e ku bira 65 welatên dinyayê çand û bedewînên Tirkiyeyê bi taybetî jî yên Mêrdînê bibînin û Tirkiye bi çanda xwe bê nasîn û wiha axivî:
"Armanca me ew e ku nîşanî hemû dinyayê bidin ku li Tirkiyeyê tirk, kurd, ereb, suryanî bi biratî û aştî dijîn. Em dixwazin ku bi wan welatan re têkiliyên xwe xurt bikin û wek MÎTê bazara xwe zêde bikin. Em ê bi vî awayî serbayozan bigerînin û rindiyên welatên xwe li wan bidin nasin."
Konsolosê 2yan ê Edeneyê yê Amerîkayê James Mîchael Saxton bi derguşa xwe ya 3 mehî ve beşdarî gerê bû û wiha got: "Derguşa me ji Edeneyê ye, li Edeneyê bû. Heskêf zehf xweş e. Mixabin ew ê di bin bedava Ilisuyê de bimîne. Ev jî dilê me zehf dişewitîne."