ANKARA
Ji xebatkarên serkonsolosxaneya Mûsilê Alptekîn Esîrgenê ku dîl hatibû girtin destnîşan kir ku DÎŞI li Serkonsolos Ozturk Yilmaz gef xwar û got ku ku li ser Tirkiyeyê biaxive û daxuyanî bide, lê Yilmaz li dijî vê xwestekê derket. Esîrgen wiha axivî: "Demançe kirin serî, lê dîsa daxuyanî neda. Bi serkeftî pêvajoyê îdare kir."
Welatiyên tirk ên ku li Mûsilê dîl hatibûn girtin û îro hatin xelaskirin dema ku bi balafireke taybet dihatin Enqereyê daxuyanî dan rojnamevanan.
Alparslan Yelê ku di Serkonsolosxaneya Mûsilê de parêzvaniyê dikir destnîşan kir ku ji bo vedigerin welatê xwe kêfxweş in û wiha axivî: "Xwedê ji dewleta me razî be. Em kêfxweş in. Înşelah cardin tişteke wiha neyê serê me."
Alptekîn Esîrgen jî destnîşan kir ku em carna bi mirinê re rû bi rû diman.
Esîrgen diyar kir ku DÎŞI li Serkonsolos Ozturk Yilmaz gef xwar ku li ser Tirkiyeyê biaxive û daxuyanî bide, lê Yilmaz li dijî vê xwestekê derket. Esîrgen wiha axivî: "Demançe kirin serî, lê dîsa daxuyanî neda. Bi serkeftî pêvajoyê îdare kir."