ÎSTANBUL
Wezîrê Karên Derve Ahmet Davutoglu bi Serokwezîrê Herema Kurdistana Îraqa Federal Neçîrvan Barzanî re hevdîtin pêk anî.
Barzanî di çarçoveya pêwendiyên xwe yên Tirkiyeyê de li Otêla Conradê bi Davutoglu re hat bal hev.
Piştî dîmen kişandinê hevdîtin ji çapemînyê re girtî dewam kir.
Hat ragihandin ku di serdana Barzanî ya ku li ser daweta Serokwezîr Erdogan pêk hat de, dê li ser têkiliyên HKIFê û Îraqê û li ser Sûrîyê bê axaftin.
Di hevdîtinê de Alîkarê Barzanî Îmad Ahmet, Serokê Dîwana Serokwezîrtiya HKIFê Fuat Huseyîn, Wezîrê Çavkaniyên Siruştî Aştî Hawranî û berdevkê Hikumata HKIFê Safîn Dîzayî jî hazir bûn.
Tê hêvîkirin ku Barzanî piştî hevditîna xwe ya bi Davutoglu re, bi Serokwezîr Erdogan re jî bê balhev.