Dekanê Fakulteya Ragihandinê ya Zanîngeha Dîcleyê (ZD) Prof. Dr. Sabri Eyîgun, der barê serdana Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan de got: "Bernameya Serokwezîr a Diyarbekirê hostetiya têkiliyên bi gel re û yên siyasî li ber çavan raxist. Kesên bi têkiliyên siyasî re mijûl dibin divê teqez vê serdanê tehlîl bikin."
Peyamên ku Serokwezîr Erdogan di serdana Diyarbekirê de da, dê di navbera 21-23yê Çiriya Paşîn de, di sempozyûma "Demokrasî, Ragihandina Siyasî ya Navneteweyî û Pêvajoyên Nû" de, bên nîqaş kirin.
-Bandora peyamên Serokwezîr ên li Diyarbekirê li ser gel heye
Eyîgun got: "Serokwezîr, di serdana Diyarbekirê de Şivan Perwer û Îbrahîm Tatlises jî bi xwe re anî, tenê nehat. Ji bilî vê stranên kurdî û tirkî bi hev re hatin gotin. Erdogan bêtirs û bêfikar Serokê Herêma Kurdistana Iraqa Federal (HKIF) Mesûd Barzanî dewet kir. Peyva "Kurdistan"ê bi lêv kir. Erdogan bi heman awayî semîmyeta xwe nîşanî gel da. Serokwezîr got ez tiştên ku dibêjim ez ê bikim jî. Heke Serokwezîr tenê ev tişt bigota û nekira tu kesî dê baweriya xwe pê neaniya. Serokwezîr, dema ku behsa Ahmet Kaya kir got "dostê min" û got xwezî niha ew jî li vir bûya. Gel bi van peywan hestewar bû. Her wiha ev têkiliya siyasî nîşan dide ku Serokwezîr demeke dirêj li ser vê lêkolîn kiriye û xebateke baş kiriye. Kesên bi polîtîkayê re mijûl dibin divê teqez li ser vê lêkolînekê bikin."
-Bi saya serdana Serokwezîr beşedarvanên sempozyûmê zêde bûn
Bi saya hatina Serokwezîr beşdarvanên sempozyûmê yên ku ji ber neewlebûna Diyarbekirê, nedixwestin beşdarî Sempozyûmê bibin rihet bûn. Eyîgun wiha dewam kir: "Bernameya serdana Serokwezîr a Diyarbekirê ji bo têkiliyên siyasî mînakeke baş e."
Eyîgun, got ku ew dê li ser serdana Serokwezîr a Şaredariya Mezin a Diyarbekirê û Şaredar Osman Baydemîr û helwesta BDPyiyan jî bisekinin. Eyîgun wiha pê de çû: "Birêz Parlamenterê BDPê yê Mûşê Sirri Sakik got "em hemû sûcdar in." Birêz Baydemîr ji hêla têkiliyên siyasî ve peyamên baş da kamuyê. BDP di ezmûneke baş de derbas bû. Lewra berê dema ku Serokwezîr dihat Diyarbekirê kepeng dihatin girtin. Lê di vê seredanê de BDPê profîleke bixwebawer û hay ji qisûrên xwe heyî nîşan da."
Prof. Dr. Sabrî Eyîgun got ku heta sala 2015an dê li Tirkiyeyê 3 caran hilbijartinê bên kirin û got ku armanca wan ew e di hilbijartinan de demokarasî bi ser bikeve.