Hat ragihandin ku kesê ku bi kembereke wek mekanîzmaya bombeyê hat binçavkirin beriya vê tu sûc nekiriye û ev çalakî jî ji ber pirsgirêka xwe ya aboriyê kiriye.
Li gor agahiyan tîmên Midûriyeta Ewlekariyê yên Enqereyê li ser îxbareke 155an hîn bûn ku kesek dê li ber derê Serokwezîriyê çalakiyekê bike. Li ser vê tîman dirûvê wî kesî belavî hemû şaxan kir.
Piştî ku tîmên ewlehiyê dît ku ew kes nêzîkî avahiyê Serokwezîriyê dibe ji bo hişyariyê gule berdan hewayê.
Tîmên ewlekariyê xwe avêtin li ser bersûc û ew zeft kirin.
Tîmên ewlekariyê îfadeya wî kesî hildan û hat ragihandin ku navê vî kesî Tûgrûl Bayir e û ew li Kahramanmaraşê hatiye dinyayê. Ji ber ku deynê wî yê karta krediyê heye û tengasiya wî ya aboriyê heye û loma çalakî kiriye.
Hat ragihandin ku wî beriya vê tu sûc nekiriye û ne endamê rêxistinekê ye.
Kesê bersûc hê jî îfadeya xwe dide.
Serokatiya Daîreya Parastina Serokwezîriyê daxuyanî da
- Serokê Serokatiya Daîreya Parastina Serokwezîrtiyê Bal got: "Bersûcê ku li ber deriyê Serokwezîriyê çalakî kir, birîndar nîne."
Serokatiya Daîreya Parastina Serokwezîrtiyê der barê bûyera ku li ber deriyê Serokwezîrtiyê qewimî daxuyanî da.
Serokê Seroktiya Daîreya Parastina Serokwezîrtiyê Ramazan Bal got der barê rewşa bersûcê ku li ber deriyê Serokwezîriyê çalakî kir de got: "Tugrul Bayirê ku bi mekanîzmaya wekî bombeyê çalakî kir, birîndar nîne.
Rojnamevanekî ji Bal pirsî "Gelo Bûyer li ber kîjan deriyê qewimî?" Bal wiha bersiv da: "Li ser kolana Vekaletlerê lê bûyer filan neqewi, bûyera çi."
Li gor hin îdiayan dibêjin ku çalakvan ji çokên xwe birîndar bûye û ev yek jî hat bibîrxistin. Bal got: "Hevalno birîndarî filan tuneye. Hevalên me bi tenê mudaxaleya hewce kirin. Yanî birîndar bûn filan tiştekî wisa tuneye."
Rewşa Tugrul Bayir jî ji Bal hat pirsîn û wî jî got: "Sibê dema ku derket dadgehê hûnê bibînin ku tu tiştê wî tuneye û saxlem e."