13 Nîsan 2016•Rojanekirin: 14 Nîsan 2016
KÎLÎS
Serokê Sererkaniyê Orgeneral Hulusî Akar li Gazîentab û Kilîsê çû serdana hin yekîneyan û der barê geşedanên li herêmê û pevçûnên di navbera mixalif û DAEŞa rêxistina terorê da agahiyan hilda.
Di serdana Akar da Misteşarê MÎTê Hakan Fîdan jî hazir bû.
Hat diyarkirin ku Akar û Fîdan bi balafirê hatin Gazîentabê û peyra bi firokeyê derbasî Kilîsê bûn.
Hat diyarkirin ku Walî Suleyman Tapsiz pêşwaziya Akar û Fîdan kir û peyra hevdîtin kirin.
Serokatiya Sererkaniyê der barê serdana Akar da daxuyanî da.
Di daxuyaniyê da hat diyarkirin ku Serokê Sererkaniyê Orgeneral Hulusî Akar li Gazîentab û Kilîsê çû serdana hin yekîneyan û der barê geşedanên li herêmê û pevçûnên di navbera mixalif û DAEŞa rêxistina terorê da agahiyan hilda.
Wek mayîn hat destnîşankirin ku wê Akar bi personelên qereqolên li ser sînor ra biaxive û der barê tevdîrên ewlehiyê da lêkolînan bike.