ANKAR
Serokatiya Sererkaniyê ragihand ku li Licêya navçeya Diyarbekirê dibistanek, li navçeya Silwanê jî 2 dibistan hatin şewitandin.
Li gor daxuyaniya Serokatiya Sererkaniyê, Dibistana Seretayî ya Dallicayê ya li taxa Dallicaya navçeya Licê ji aliyê rêxistina terorê ve serê sibê hat şewitandin.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku Dibistana Seretayî ya Dagcilarê ya li taxa Dagcilara Silwanê û Dibistana Seretayî ya Çaldereyê ya li taxa Çaldereyê jî ji aliyê kesên nasnameya wan ne diyar e ve hat şewitandin. Her wiha duh li gundê Begendîka Perwariya navçeya Sêrtê du endamên rêxistina terorê notirvanê înşaata Pira Botanê demekê girt û berda û makîneyeke kar ya şantiyeya înşaatê şewitand.