Ferdi Türkten
12 Cotmeh 2022•Rojanekirin: 12 Cotmeh 2022
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan ji bo beşdarî Konferansa Tewdîrên Zêdekirina Ewlehî û Hevkariyê ya li Asyayê bibe bi "TUR" a balafira taybet çû Astanaya paytextê Qazaxistanê.
Serokomar Erdogan ji Balafirgeha Esenbogayê ji alî Waliyê Enqereyê Vasîp Şahîn û rayedarên din va hat oxirkirin.
Tevlî Serokomar Erdogan xanima wî Emîne Erdogan, Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu, Wezîrê Çandinî û Daristanê Vahît Kîrîşçî, Wezîrê Bazirganiyê Mehmet Muş, Wezîrê Gihandin û Binesaziyê Adîl Karaîsmaîloglu, Serokê MÎTê Hakan Fîdan, Serokê Pîşesaziya Parastinê Îsmaîl Demir, Serokê Ragihandinê Fahrettîn Altun û Berdevkê Serokomariyê Îbrahîm Kalin jî çûn Astanayê.