Zafer Fatih Beyaz
01 Adar 2023•Rojanekirin: 01 Adar 2023
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan konbajarê ku li Afşîna navçeya Meraşê ji bo erdhejzedeyan hat avakirin ziyaret kir.
Serokomar Erdogan piştî erdhenên navend Meraş û Hatay ji bo ku lêkolînan bike û di cî da fealiyetan bibîne bi Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî û Serokê Giştî yê BBPyê Mustafa Destîcî ra hat Afşînê û der barê xebatên tên kirin da ji rayedaran agahî hildan.
Erdogan erdhejzedeyên li bajarê konbajêr dimînin ziyaret kir, bi zarokan ra sohbet kir û guh da pirsgirêkên welatiyan.
Serokomar Erdogan gote welatiyan derbasî be û erdhejzedeyekî ku mala wî xira bûye got ku "Mala min bi temamî xira bû, hêviya min ew e ku hûn xaniyên me çêkin, tu hêviyekî me yê din tune. Rewşa me jî guncav nîne ku em çêkin, rewşa me ya aborî diyar e. Ji we gelekî hêviya me heye."