Ahmet Aydın
05 Hezîran 2019•Rojanekirin: 06 Hezîran 2019
Serokê Komara Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan serdana gora dayik û bavê xwe kir.

Serokomar Erdoganê ku cejna xwe li Stenbolê derbas kir, ji mala xwe ya li Kisikliya li Uskudarê derbasî Goristana Karacahmetê bû.
Erdogan digel kurê xwe Bilal Erdogan çû ser gora dayika xwe Tenzîle û bavê Ahmet Erdogan û due kirin.

Piştî ku ji goristanê derket Erdogan digel welatiyên ku li hêviya wî bûn cejnê hevdu pîroz kirin û maweyekê sohbet kirin.