Elif Orhan
14 Îlon 2017•Rojanekirin: 15 Îlon 2017
ANKARA
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan bi Mîrê Qeterê Şêx Temîm bin Hamed Al Sanî re hevdîtin kir.
Hevdîtina ku li Kulliyeya Serokomariyê ji çapemeniyê re girtî hat kirin 2 saet û nîv berdewam kir.

Hat ragihandin ku Serokomar Recep Tayyîp Erdogan li Kulliyeya Serokomariyê bi Mîrê Qeterê Şêx Temîn bin Hamed Al Sanî re hat bal hev û di hevdîtinê de digel têkiliyên dualî li ser geşedanên herêmî û navneteweyî jî sekinîn.
Li gor agahiyên ku ji çavkaniyên serokomariyê hatin bidestxistin di hevdîtina ku bi wesîleya ziyareta xebatê ya Al Sanî hat kirin de digel têkiliyên dualî der heqê geşedanên herêmî û navneteweyî de nêrînên xwe bi hev re parve kirin.

Di hevdîtinê de li ser qeyrana li Kendavê ya ku li dora Qeterê diqewime sekinîn û hat destnîşankirin ku divê bi rêyên dîplomatîk çareseriya pirsgirêkê bê dîtin.
Hat ragihandin ku Erdogan û Al Sanî di serî de Sûriye li ser geşedanên dawîn ên li herêmê sekinîn û biryardariya xwe ya ji bo di her qadê de pêşxistina hevkariya berdesdt a di navbera Tirkiye û Qeterê de teyît kirin.