Haydar Şahin
15 Îlon 2017•Rojanekirin: 15 Îlon 2017
ÎSTANBUL
Celal Çelîkê parêzerê Kemal Kiliçdarogluyê Serokê Giştî yê CHPê di çarçoveya lêpirsîna li ser FETOyê ya ku Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê rêva dibe da li Enqereyê hat binçavkirin.
Serdozgerê Stenbolê, di çarçoveya lêpirsîna FETOyê de ji bo parêzerê Kiliçdaroglu Celal Celîk biryara binçavkirinê derxist.
Çelik li Enqereyê hat binçavkirin û lêgerînên polêsan li mala wî didomin.
Hat ragihandin ku dê Çelîk bibin Stenbolê.
Hat diyarkirin ku piştî qenalên wek STV û Bugun ên FETOyê ji Digiturkên hatine derxistin, Çelîk jî abonetiya xwe betal kiriye.