23 Tebax 2019•Rojanekirin: 24 Tebax 2019
Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan û Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Putîn bi têlefonê axivîn.
Li gor daxuyaniya Serokatiya Ragihandinê ya Serokomariyê Serokomar Erdogan û Serokê Dewleta Rûsyayê Putîn bi têlefonê axivîn û geşedanên li Sûriye û Libyayê û pêwendiyên dualî gotûbêj kirin.
Hat diyarkirin Serokomar Erdogan destnîşan kir ku êrîş û binpêkirina agirbestê ya rejimê ku li Îdlibê dike dibe sedema qeyraneke însanî ya mezin.
Li gor agahiyan Erdogan diyar kir ku êrîşên li Îdlibê zirarê didin hewldanên ji bona çareseriyê û ji bona ewlehiya neteweyî ya Tirkiyeyê jî dibin talûke û gefeke mezin.