25 Îlon 2015•Rojanekirin: 25 Îlon 2015
NEW YORK
Serokwezîr Ahmet Davutoglu ji bo ku beşdarî Gotûbêjên Giştî yên Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) bibe digel heyetekê ve çû New Yorkê.
Serokwezîr Davutoglu bi balafira taybet "TUR"ê ve New Yorkê û li vir Wezîrê Karên Derve Ferîdûn Sînîrlîoglu û Serkonsolosê New Yorkê Ertan Yalçin, Davutoglu pêşewazî kirin. Herwisa digel Davutoglu, Alîkarê Serokwezîr Cevdet Yilmaz û Wezîrê Darayê Mehmet Şîmşek jî hene.
Davutoglu îro li New Yorkê dê pêşangeha wêneyan a Ergun Nuhut a bi navê "Gelîbolu, destana berxwedana miletekî" veke û dû re dê beşdarî bernameya xwarinê ya Weqfa TURKENê bibe.