Erdogan ji mala xwe ya Kisikliyê ya Uskudarê derket ku raya xwe biavêje.
Serokwezîr Erdogan bi jina xwe Emîne Erdogan, kurê xwe Bîlal, bûka xwe Reyyan, qîza xwe Sumeyye Erdogan, qîza xwe Esra û zavayê xwe Berat Albayrak ve çû Dibistana Saffet Çebî.
Welatiyên li baxçeyê dibistanê bûn çepik lê dan û piştgirî dan Erdogan.
Erdogan li ber sandoqa ku hejmara wê 3245 e yek bi yek destê wezîfedaran girt. Pişt re kete kabînê û raya xwe da.
Erdogan dema ku raya xwe avêt wiha got: "Ji bo welatê me, gelê me û demokrasiya me bila li ser xêrê be."
Gelek rojnamevanan ray avêtina Erdogan şopandin û wêne kişandin.
Serokwezîr Erdogan piştî rayavêtinê daxuyanî da û wiha axivî: "Wek ku hûn dizanin hilbijartina serokomariya ya 10ê tebaxê ji bo dîroka siyasî ya Tirkiyeyê pir girîng e. Me di qadan de jî her tim got, gelê me cara ewil e ku bê wasite serokomarê xwe hildibijêre. Ji ber vê ev pir girîng e. Ne bi wasite, rasterast hildibijêre."
Erdogan daxuyand ku heta niha heyameke aram, lê bi coş û kelecan derbas kirine û wiha dewam kir:
"Di vê pêvajoyê de derfeta gelê me çêbû ku gelek tiştan binirxîne. Paşerojê, îro û sibê dinirxînin. Lewra ji bo demokrasiya Tirkiyeyê, ji bo welatê me û pêşaroja me dê biryareke girîng bidin. Serokomarê ku piştî vê biryar dê bê hilbijartin û hikûmeteke hatiye hilbijartin ji bo ku bi awayekî bi biryar Tirkiyeya me bigîhînin salên 2023, 2053 û 2071an dest bidin hev û bixebitin pir girîng e. Ji ber vê hilbijartina ku îro dibe ji bo serokomariyê, ji bo welatê me, ji bo gelê me û ji bo demokrasiya tirk li ser xêrê be. Daxwaza me ya herî mezin ew e ku bêşdarbûna hilbijartinê zêde be. Înşallah dema ku sandoq vebûn em ê vê bibînin. Hêviya me ew e ku, bi beşdariyeke zêde ve em vê dawî bikin. Li ser xêrê be."
Dema Erdogan ji dibistanê veqetiya silav da welatiyan û bi wan re wêne kişand.