Serokwezîriyê der heqê avahî û derfetên Serokomarî û Serokwezîriyê de daxuyanî da û wiha got: "Xwediyê van derfet û îmkanan tenê gel e. Di destê gel de ye ku emanetî kê bike."
Di daxuyaniyê de hat gotin ku der barê îmkan û avahiyên Serokomarî û Serokwezîriyê de nîqaş tên û wiha hat gotin: "Ev îmkan, avahî û derfet ji bo ku xizmeta gel bikin dane rayedarên dewletê û di vî warî de dixwazin serê gel tevlihev bikin."
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku ev derfet ne yên şexsa ne, ji bo meqamên dewletê tên emilandin û wiha hat gotin: "Xwediyê van derfet û îmkanan tenê gel e. Di destê gel de ye ku emanetî kê bike."