Hat ragihandin ku Serokê Lijneya Hîndekariya Bilind (YOK) Prof. Gokhan Çetînsaya dev ji wezîfeya xwe berda û wek Sermişawirê Serokwezîriyê hat tayînkirin.
Li gor agahiyên ku nûçegihanê AAyê bi dest xist, Çetînsayayê ku ji sala 2011an vir de serokatiya YOKê dike bû Sermişawirê Serokwezîriyê.
Çetînsayayê ku payeya Serbalyoziyê jî danê ji vir şûn de yê di mijarên hîndekariya bilind û akademiyê de şêwirmendiya Serokwezîr Ahmet Davutoglu bike.
Çetînsayayê di pêşerojê de di projeyên demên dirêj û demên orte de bi Serokwezîr Davutoglu re bixebite.