28 Mijdar 2015•Rojanekirin: 29 Mijdar 2015
DİYARBAKIR / ŞIRNAK / ANKARA
Li Sûra navçeya Diyarabekirê piştî daxuyaniya çapemeniyê endamên PKKya rêxistina terorê gule agir kirin û li ser vê pevçûn derket, di pevçûnê da Serokê Baroya Diyarbekirê Tahir Elçî hat kuştin.
Li gor agahiyên ku hatin sitandin, Baroya Diyarbekirê li pêşiya Minareya Çarpê ya li Kûçeya Yênîkapiyê ya ku di bûyerên terorê da zirar dîtibû civîna çapemeniyê li dar xist, piştî daxuyaniyê terorîstan gule agir kirin.
Li ser vê hêzên ewlekariyê bersiv dan wan û pevçûn derket.
Kesên bi komê ra û rojnamevan ji ber pevçûnê xwe avêtin avahiyên li der û dorê.
Di bûyerê da Serokê Baroyê Tahir Elçî mir, gelek kesên ku di nav wan da Azîz Aslanê nûçegihanê AAyê û polês jî hene birîndar ketin.
Birîndar rakirin nexweşxaneyên li bajêr.
Polêsên ku di pevçûnê da birîndar ketin yek cangorî bû
Li Sûra navçeya Diyarabekirê endamên PKKya rêxistina terorê gule agir kirin û li ser vê pevçûn derket, ji 3 polêsên ku di pevçûnê da birîndar ketin yek cangorî bû.
Li Sûra navçeya Diyarbekirê piştî daxuyaniya çapemeniyê endamên rêxistina terorê gule agir kirin û li ser vê pevçûn derket, di pevçûnê da 3 polês birîndar ketin. PolêsekÎ birîndar li nexweşxaneya ku dihat dermankirin cangorî bû.
Tedawiya 2 polês û birîndarên din dewam dike.
Balyozxaneya Enqereyê ya DYAyê der barê kuştina Elçî da daxuyanî da
Balyozxaneya Enqereyê ya DYAyê der barê kuştina Serokê Baroya Diyarbekirê Tahir Elçî da daxuyanî da.
Di daxuyaniya ku li ser hesabê Twitterê ya balyozxaneyê hat weşandin da, hat destnîşan kirin ku mirina Tahir Elçiyê ku di warê parastina mafê mirovan da kedeke mezin daye em êşandin û wiha hat gotin: "Bila serê malbata Elçî û polêsê ku mir û serê Tirkiyeyê sax be."
Li mala bavê Elçi şîn heye
Li mala bavê Serokêt Baroya Diyarbekirê Tahir Elçiyê ku di êrîşa li Diyarbekirê da hat kuştin şîn heye.
Li Sûra navçeya Diyarbekirê di êrîşa terorê da ya ku tê da polêsek cangorî bû û 2 polês jî birîndar ketin da eqrebeyên Tahir Elçî xeber hildan ku ew jî di êrîşê da miriye û gelekî li ber xwe ketin.
Li ser vê xebera bijan li mala bavê Elçî ya ku li Taxa Nûrê ye gelek kes çûn li ber dilê eqrebeyên wan bidin.
Hat ragihandin ku cinazeyê Elçî wê sibê li Goristana Yênîkoyê ya li Diyarbekirê bê definkirin.