Haydar Şahin
28 Mijdar 2018•Rojanekirin: 29 Mijdar 2018
DIYARBAKIR
Tahir Elçiyê Serokê Baroya Diyarbekirê yê berê yê ku li Sûra navçeya Diyarbekirê di êrîşa terorê da hatibû kuştin di salvegera 3yan a mirina xwe da li ber serê merzelê wî hat bîranîn.
Di merasima bîranînê ya li Goristana Yenîkoyê ya li Baxlara navçeya navend da dia kirin û qerenfîl danîn ser merzelê Elçî.
Ozkan Yucelê Serokê Bariya Îzmirê yê ku beşdarî merasimê bû got ji ber ku kuştina Elçî gelekî li ber xwe ketine.
Yucel destnîşan kir ku Elçî bi salan ji bo dîtina kujerên cinayetên kiryarnediyar têkoşîn da û wiha axivî: "Ji bo ku bi têkoşînerê bêhempa yê têkoşîna demokrasiyê ra li heman ciyî bin em hatin vê derê."
Yucel got, "Em ê hem dosyeya Tahir hem jî xeyalên wî bêxwedî nehêlin."
Turkan Elçiya xanima Tahir Elçî, Sezgîn Tanrikuluyê Parlamenterê Stenbolê yê CHPyê, Adnan Selçuk Mizrakliyê Parlamenterê HDPyê, serokê baroyên Diyarbekir û bajarên din û parêzerên endam û nûnerên saziyên civaka sivîl beşdarî merasimê bûn.