DİYARBAKIR
Serokê Giştî yê BDPê Selahattîn Demirtaş çû serxweşiya malbata Ûstûn ya ku di pevçûna şerê eraziyê de 8 kesên wan miribûn.
Demîrtaş, Alîkara Serokê Giştî ya BDPê Gûlten Kişanak, serokên şaredariyên BDPê û nûnerên civakên sîvîl bi hev re çûn serxweşiya malbata Ûstûn ya ku li gundê Başkoy û Karatepeya li ser navçeya Bismila Diyarbakirê dijîn û ji bo eraziyê şer kiribûn û 8 kesên wan miribû.
Demîrtaş ji welatiyan re got dema ku pirsgirêkek diqewime divê ew bi lez çekan bi kar neyinin û diyar kir ku ew ji bo şîn û êşa malbatê parve bikin, hatine navçeyê.
Demîtşa wiha got: "Sedem çi dibe bila bibe, partiya me tevgereke wiha qebûl nake. Em li cem hemû gelê xwe ne. Di van cûre bûyeran de bi lez çekan bi kar neyinin. Di çareseriya van pirsgirekan de partiya me di bin emrê we de ye."