Cebrail Caymaz
14 Sibat 2023•Rojanekirin: 16 Sibat 2023
Serokê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Nêçîrvan Barzanî serdana Islahiyeya navçeya Gazîentabê kir.
Barzanî li Islahiyeya ku tesîra erdhejê lê çêbûye Navenda Kordînasyonê ya AFADê û ekîba lêgerîn û xelaskirinê ya ji hêla HKIyê va hatiye şandin ziyaret kir.
Barzanî piştî ziyaretê daxuyanî da rojnamegeran û got ew ji bo sersaxiyê bide gelê Tirk, dewlet û hikûmetê hatiye Tirkiyeyê.

Barzanî wiha axivî: "Êşa we êşa me ye. Rojên we yên xirab rojên me yên xirab e. Rojên ku hewcedariya me hebû hikûmeta Tirkiyeyê û gelê Tirk her tim piştgirî dan me. Ji bo ku em êşa we parve bikin û hestên xwe yên wefayê pêşkeş bikin em li vir in. Ji bo birîndaran em şifayê dixwazin. Tirkiye wê bi hikûmeta xwe ya bihêz û rêvebiriya xwe va van rojên biêş li paş xwe bihêle."
Ji bo kordînasyona alîkariyê ya ji HKIyê tê jî Barzanî spasiya Weqfa Barzanî kir û wiha got: "Ji bo van malbat û însanên rastî vê musibetê hatine çi ji destê me tê em ê bikin. Xwedê alîkariya we hemûyan be. Em bira ne. Di rojên me yên teng da we alîkariya me kir. We deriyên xwe vekir. Îro jî çi ji destê me tê divê em bikin. Li Hewlêrê, li Duhokê, li Silêmaniyeyê li van hemû herêman êşa we tê parvekirin, dilê gelê me bi we ra ye. Xwedê sebrê bide. Hûnê van rojên biêş li dû xwe bihêlin."