BEXDA
Hat ragihandin ku li Iraqê Serokê Meclisa Bajêr a Bexdayê Riyad el-Adad ji aliyê komeke ku unîforma li xwe kiribûn ve, hat revandin.
Li gor agahiyên ku ji çavkaniyên herêmî hatin girtin, komeke bi unîforma duh bi şev avêt li ser mala Adad a li herêma El-Azamiyyeyê.
Hat diyarkirin ku der barê Adad de tu biryareke lêgerîn û binçavkirinê tuneye.
Adad di 2012an de dema ku Alîkariya Serokê Meclisa Bajêr dikir bi hinceta ku "alîkariyê dide terorê" hatibû binçavkirin û piştre hatibû berdan. Adad, di 2013an de wek Serokê Meclisa Bajêr hatibû hilbijartin.