Wezîrê Karên Derve Davutoglu di TRT 1ê de pirsên der heqê rojevê de bersivandin. Davutoglu li ser hilbijartinên serokomariyê sekinî û got ku li Tirkiyeyê ji niha ve bingeha turbulansekê tê amadekirin û wiha pê de çû: "Serokwezîrê nû kê dibe bila bibe, ji bo wî ji niha ve du prototîpan çêdikin. Ev jî an kesayetekî ku taybetmendiyên serokwezîrekî tê de tunene ye an jî kesayetekî îsyankar e."
Davutoglu got: "An kesayetekî bê wefa an jî beredayî û qeşmer. Ev herdu jî di siyaseta tirkan de, bi taybetî di siyaseta AK Partiyê de cih nagre."
Davutoglu destnîşan kir, yên ku par bûyerên geziyê rêxistin jî yên ku operasyonên 17ê çileya pêşîn kirin jî çavên wan lê ye ku li Tirkiyeyê di hilbijartinê de rageşî derkeve û wiha got: "Ango dixwazin ku di hilbijartinê de qeyran derkeve û Tirkiye ji rêya demokratîk derkeve bike rêyeke din. Heke ku par ev herdu operasyon ser biketana; gelê me destûr nedida vê. AK Partiyê destûr nedida vê. Helwesta Serokwezîrê me destûr neda van operarasyonan."
Davutoglu got ku ew ê destûr nedin ku li Tirkiyeyê di hilbijartinên de turbulans çêbibin û wiha got: "Di hilbijartinan de dê halekî derasayî dernekeve holê. Pergala siyasî dê di pêvajoyên normal de hem hilbijartina Serokomariyê bike, hem jî hilbijartina 2015an bike."