ANKARA
Di Doza 28ê Sibatê ya ku 103 bersûc ji ber sûcê "bi zorê jiholêrakirina Hikûmeta Komara Tirkiyeyê" tên darizandin de, dadgehê bangî Suleyman Demîrelê serokomarê wê demê kir ku ew jî wek şahid bê guhdarkirin.
Dadgeha Cezaya Giran a 5emîn a Enqereyê ji Serokomarê 9emîn Suleyman Demîrel re bi rêya parêzerê wî vexwendname şand. Di vexwendnameyê de hat gotin ku der barê bersûc orgeneralê teqawidbûyî Îsmaîl Hakki Karadayi û hevalên wî de ji ber sûcê "bi zorê jiholêrakirina Hikûmeta Komara Tirkiyeyê" doza kamuyê hatiye vekirin.
Di vexwendnameyê de hat gotin ku dadgehê di rûniştina 27ê hezîrana 2014an de biryar daye ku heke Demîrel bixaze ew ê bê guhdarkirin. Li gor madeya 43/3 ya Qanûna Mihekemeya Cezayê ya bi hejmara 5271an "Serokomar bi daxwaza xwe dikare ji şahidiyê vekişe." Dîsa hat gotin ku heke bixwaze dikare bibe şahid û îfadeya wî yan li mala wî yan jî bi awayekî nivîskî dikare bê hildan.