Ahmet Aydın
21 Adar 2019•Rojanekirin: 26 Adar 2019
Surûca navçeya Şanliurfayê, bi sayeya wezîfedarkirina li şaredariyê ji aliyê Wezareta Navxweyî ve berî nuha bi nêzîka 2,5 salan, êdî bi xizmetan tê naskirin ne bi terorê."
Ekîba di bin rêveberiya Qaymeqam û Wekîlşaredar Tarik Açikgozê ku di çarçoveya Qerarnameya di Hukmê Qanûnê de (QHQ) li Şaredariya Surûcê hatibû wezîfedarkirin, ji nêzîka 26 mehan ve, bi mebesta ku xelkê navçeya 100 hezar nufûsî xizmeta rewa bibînin, hewleke mezin dide.
Li navçeya ku piştî wezîfedarkirinê xizmetan bi şiklekî xurt li kolanan rengveda êdî kolan, cadde, park, bexçe û dibistan ji xizmetê sûndmend dibin.
Ekîbên şaredariyê mesaiya zêde dikin ji bo Surûc bigihê xizmeta ku heq dike bi dil û can dixebitin. Ekîb tax û kolanên ku ev 30 sale nehatine nûkirin, gihandin qîrê û nuha jî "kolana hunerê" ya ku hê li gelek bajaran nîn e, dixin fealiyetê.

- "Ji zibil mirov nikarîbû derbas be, jîngeheke bi tendirust jê derket"
Wekîlşaredar Açikgöz ji nûçegihanê AAyê re axivî û anî ziman ku berî nuha bi 2,5 salan piştî wezîfedarkirinê ji bo xizmetê seferber bûne.
Açikgöz di axaftina xwe spasiya hemî karmendên şaredariyê kir û kêfxweşiya xwe ji bo xizmetên li navçeyê anî ziman.
Qaymeqamê Wekîlşaredar Açikgoz destnîşan kir ku êdî çavkaniyên maddî yê Surûcê di xizmeta gel de ne, ne di ya terorê de û wiha pê de çû:
"Welatiyan bi salan ji destê terorê zehmetî kişandin. PKKya rêxistina terorê bi taybet di dema bûyerên Kobanî de vêderê weke baregeh bikar dibir. Lê me ew guherand êdî bi xizmetê şad dibe. Me çarşî û kolanên navçeyê vejandin. Li navçeyê ji zibil mirov nikarîbû derbas be, jîngeheke bi tendirust jê derket. Me hejmara qadên çandî û civakî zêde kirin. Me bi qasî 800 metroçarçik kevirê parkeyê raxistin. Li 60 gundan me park çêkirin, herwiha li 62 taziyexane avakirin ku xizmeta 95 taxî dikin. Di warê civakî de jî ji bo ciwanan xizmetên werzişî em dikin."
- "Dê kolana hunerê bibe navenda cazîbeyê"
Açikgoz anî ziman ku li navenda navçeyê kolaneke hunerê çêkirine ku welatî bi xweşî lê bigerin û bi hevalên xwe sohbetê bikin û got, "Me ev proje bi taybet li pê plana mamosta û xwendekarên Surûcî çêkir. Nimûneya wê hê li navenda Şanliurfayê jî nîne. Dê kolana hunerê bibe navenda cazîbeyê"