29 Mijdar 2016•Rojanekirin: 01 Berfanbar 2016
ANKARA
Hêzên ewlehiyê wesayîta bombebarkirî ya ku li Hekariyê qefaltibûn, îmha kirin. Herwiha li kersaxa Şemzînanê jî 2 ton gubreya malê Îranê ku di çêkirina bombeyê da tê bikaranîn, hat tespîtkirin.
Hêzên Çekdar ên Tirkiyeyê (TSK) agahî da û ragihand ku hêzên eskerî yên li Hekariyê, gundê Çatalcaya ser Şemzînanê heta sînorê Îranê kontrol kirin.
Di konntrolê da hêzên ewlehiyê li sê derên cihê 40 torbe gubreya malê Îranê ku her torbeyek 50 kîlo diavêje, banda kolî û elektrîkê, dewreya ceyranê, qablo û amûrên di çêkirina teqemeniyê da tên bikaranîn û ji hêla mensûbên rêxistina terorê va hatibûn veşartin, bidest xistin.
Ji bilî vê jî Fermandariya Cendermeya Wîlayetê li ser gilîkî li texma gundê Ordekliyê wesayîteke bombebarkirî dît û piştî tewdîrên ewlehiyê wesayît îmha kir.