Haydar Şahin
30 Mijdar 2019•Rojanekirin: 02 Berfanbar 2019
Li bendê ne ku Serokomar Recep Tayyîp Erdogan û Serokomarê Azerbeycanê Îlham Eliyev beşdarî mersima vekirina M4a Îstasyona Pîvandinê ya Xeta Boriya Xaza Siruştî ya Trans Anadoluyê (TANAP) ya li Saricaaliya gundê Îpsalaya navçeya Edirneyê bibin.
TANAPa ji bo wê 7 milyar dolar veberhênan veqetandin ew ê îro bi Xeta Boriyê ya Trans Adriyatîkê (TAP) ya li sînorê Yewnanistanê ra bigihîje Ewropayê. Piştî ku pêvajoyên li Ewropayê werin temamkirin jî ew ê ser TAPê ra dest bi sewqiyata xazê bikin.
- TANAP ji 20 bajarî ra derbas dibe
Di TANAPê da gava ewil di 24ê berfanbara 2011an da bi mitebeqata hat îmzekirin va dest pê kir. Di vê çarçoveyê da bi destê Şirketa Petrola Dewleta Komara Azerbeycanê (SOCAR) TANAPa Şirketa Transfera Xaza Siruştî hat avakirin. Raye dan şirketê ku xwedîtiya projeya dîzayn, înşaet û xebitandina TANAPê bike.
Di 26ê hezîrana 2012an da binesaziya hiqûqî ya projeyê hat danîn, di navbera Tirkiye û Azerbeycanê da "Peymana Hikûmeta Malxwedî" hat îmzekirin. Peymana Hikûmeta Malxwedî di 10ê îlona 2014an da bi destê Meclisê hat tesdîqkirin.
Bi beşdariya Serokomar Erdogan û Serokomarê Azerbeycanê Eliyev va di 12ê hezîrana 2018an da merasima vekirina xetê li Eskîşehirê hat kirin. Ji TANAPê hetanî dawiya cotmehê 3 milyar û 180 milyon mêtrekup xaz hat Tirkiyeyê.
Kapasîteya xeta boriyê bi tevahî 16 milyar mêtrekup e, li bendê ne ku di demeke nêz da 6 milyar mêtrekup xaz were Tirkiyeyê. 10 milyar mêtrekup xazê jî ew ê ser TAPê ra bişînin Ewropayê.
TANAPji sînorê Tirkiye-Gurcistanê ra tê ji Turkoziya gundê Posofa navçeya Erdexanê ra dikeve Tirkiyeyê û ji 67 navçeyan û 20 bajarên wekî Qers, Erzirom, Erzincan, Bayburt, Gumuşxane, Giresun, Sêwas, Yozgat, Kirşehir, Kirikkale, Enqere, Eskişehir, Bilecik, Kutahya, Bursa, Balikesir, Çeneqele, Tekirdax û Edirneyê ra derbasî sînorê Tirkiye-Yewnanistanê dibe.