02 Berfanbar 2015•Rojanekirin: 03 Berfanbar 2015
LONDRA
Di lêkolînên YEyê de derket holê ku şirketa nefta DAEŞê difiroşe rejima Esed di heman demê de taşeroniya şirketeka vejenê ya mezin a Rûsyayê jî dike.
Rayedarên rûsî piştî ku balafira Rûsyayê ya seheya hewaya Tirkiyeyê îxlal kir û hat daxistin der heqê bazirganiya bi DAEŞê re îdiayên cihê cihê anîn rojevê lê lêkolînên di bin rêveberiya Yekîtiya Ewropayê (YE) de tên kirin nîşan didin ku ew îdia berevajîne.
Konseya Wezîrên YEyê di 7ê adarê de biryar da û şirketên ku ji bo firotina nefta bin kontrola DAEŞê de ye navbeynkariyê dikin eşkere kir û ew hilda lîsteya reş. Di lêkolînên hatin kirin de sêgoşeya neft, bazirganî û terorê derket holê.
Di nav kesên ku navê wan lîsteya reş de hene yê herî zêde navê wî derdikeve pêş xwediyê şirketa "HESCO Endazyarî û Înşeatê" George Haswaniyê ji Sûriyeyê ye.
-"Têra dilê xwe delîl hene"
Nabîla Massraliya ku ji Berdevkên Komisyona YEyê yeke daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku di lîsteya bi wan re ye de navê 13 kes û şirketan cih digirin û têra dilê xwe jî delîl di destê wan de hene û wiha pê de çû: "Konseya Wezîrên Yekîtiya Ewropayê êdî pê qanî bû ku ew kesên navê wan di lîsteya me de hene piştgiriyê didin rejima Sûriyeyê. Delîlên ku niha di destê me de ne di dosyaya Konseya Wezîrên YEyê de jî hene lê ji kamûyê re girtîne. Konsey rûdanên ku li Sûriyeyê diqewimin ji nêz ve dişopîne."
Ji saziya Chatham House lêkolînerê Bernameya Afrîkaya Bakur û Rojhilata Navîn Davîd Bûtter di rapora xwe ya bi sernava "Aboriya Sûriyeyê" de dibêje: "Haswanî û şirketa wî ya HESCOyê berê wek taşeronê şirketa Stroytransgaza ûris xebitîn û ew herêm niha di bin kontrola DAEŞê de ye."
Dîrektorê Unît Efrîkaya The Economîst Intellîgenceyê Pat Thaker der heqê mijarê de daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got: "Ev demeke dirêj e ku tê gotin herdu alî (DAEŞ û Rejima Sûriyeyê) bazirganiyê neftê bi hev re dikin. Hikûmeta Sûriyeyê di heman demê de mehaniya kesên li Reqayê dijîn jî dide û herdu alî jî ceyrana ku ji santrala ceyranê derdikeve bi hevkarî bi kar tînin. Ji ber vê jî ez wan îdiayên ku DAEŞ û rejima Sûriyeyê bazirganiya neftê bi hev re dikin bawer dikim."