02 Berfanbar 2015•Rojanekirin: 03 Berfanbar 2015
DIYARBAKIR
Piştî ku li navçeya Sûrê qedexeya derva hat îlankirin, hêzên ewlehiyê li serê kolana Gaziyê tevdîrên ewlehiyê hildan. Jineke terorîst li vê derê gule berda hêzên ewlehiyê û hat kuştin. Di êrîşê da polêsek birîndar bû.
Ji operasyonan li taxên Cevatpaşa, Fatihpaşa, Dabanoglu, Hasirli, Cemal Yilmaz û Savaşê qedexeya derketina derva hatibû îlankirin. Polêsan li serê kolana Gaziyê tevdîr hildan û jina PKKyî li vê derê gule berda polêsan.
Polêsek di êrîşê da birîndar bû û hêzên ewlehiyê jî bersiv dan û jina terorîst hat kuştin.
Polêsê birîndar rakirin nexweşxaneyê.
Di êrîşê da guleyek li yêlegê pola yê polesekî jî ketiye.
Li herêmê tevdîrên ewlehiyê hildan.