Hunermend Îbrahîm Tatlises ji Rihayê bû bernamzedê parlementeriyê.
Parêzerê Tatlises Ahmet Turkmen li ser navê wî hat Serokatiya Bajêr ya AK Partiyê û bi daxwaza bernamzediyê ya Tatlises serî li partiyê da.
Turkmen piştî serlêdanê daxuyanî da çapemeniyê û got ku di rojên pêş me de Tatlisesê agahiyê bide raya giştî.
Serokê Komîsyona Hilbijartinê ya Rihayê ya AK Partiyê Mehmet Alî Kurt jî daxuyand ku bernamzediya Tatlises li ser xêrê be û wiha dewam kir: "Hejmara serlêdana Tatlises 63 ye û ev jî plaqeya Rihayê ye. Bi ya min ev tesadûf e. Di ewraqên wî de tu kêmasî tune."