ANKARA
Serokê Giştî yê AK Partiyê û Serokwezîr Ahmet Davutoglu got: "Me bi duristî hevdîtin kirin û em bi hev du şêwirîn, em gihiştin vê encamê; em ê diyalogan bidomînin; lê belê niha bingeha ku ser koalîsyon bê avakirin tuneye."
Serokê Giştî yê AK Partiyê û Serokwezîr Ahmet Davutoglu, li Navenda Giştî ya AK Partiyê der barê hevdîtinên koalîsyonê de civîna çapemeniyê li dar xist.
- "Niha bingeha ku ser koalîsyon bê avakirin tuneye"
Davutoglu got li gor qenaetê me niha bingeha ku ser hevkariya koalîsyonê bê kirin, zemînê ku ser hikûmet bê avakirin tuneye û wiha dewam kir:
"Ji bo welatê me bêhikûmet nemîne dê hewl û xebatên me dewam bikin. Herwiha encama ewil a ji vê derkeve ku berdawamkirina xebatên hikûmet avakirinê be, encama duyem jî ew e ku dema ku em van hemû hevdîtin û xebatan, axaftina Birêz Bahçelî ya der heqê hilbijartina berwext de li ber çavan bigirin, dibe ku em piştî ceribandina hemû rê û rêbazan, ji bo îstiqrara welêt dîsa serî li vîna neteweyî ya gel bidin. Ev îhtimalek e heta tekane îhtimal ev e."
- "Îhtimala hilbijartina berwext"
Serokwezîr Davutoglu der barê hevdîtinên koalîyonê yên ku bi CHPyê re kirin de got: "Ez naxwazim partiyên siyasî yên welêt û derveyî welêt vê yekê wekî tiştekî neyînî lanse bikin. Çima? Lewra hertişt li ber çavê gel û di qadeke meşrû de hat kirin. Em wek du partî, wek serokên du partiyan hatin bal hev û li gor rê û rêzikên siyaset û siyasetmedaran tevgeriyan. Lihevkirin an jî lihevnekirin ji bo mizakereyên ku tên birêvebirin du encamên xwezayî ne. Çiqasî lihevkirin normal be, lihevnekirin jî ewqasî normal e. Ya girîng encam nîne, ya girîng sekn û helwesta me ya di pêvajoyê de bû."
Serokê Giştî yê AK Partiyê û Serokwezîr Davutoglu got: "Dema ku em hevdîtinên ku di meha dawî de hatin kirin û lihevnekirina ser avakirina hikûmetê ya bi CHPyê re li ber çavan bigrin, em ê bibînin ku îhtimala hilbijartina berwext derdikeve pêşberî me, ev îhtimaleke mezin e."
- Serokomar telîmat neda min
Davutoglu destnîşan kir ku gotinên wek Birêz Serokomarê me koalîsyonê naxwaze û ez jî ji bo avakirina koalîsyonê hewl didim, heta ji ber fikara kongreyê dixwazim ku koalîsyon bê avakirin, wehm in û wiha pê de çû:
"Serokomarê me ji min re negot 'heke koalîsyon neyê avakirin dê baştir be.' Yên ku min nas dikin baş bi min zanin ku ez ji bilî rastiyê tiştekî nabêjim. Herwiha gotineke wiha ji min re nehat gotin."