BURSA - HUSEYÎN YEŞÎLKAVAK
Wezirê Xebatê û Ewlehiya Civakî Faruk Çelîk, der barê îdİaya teqawitbûna pêşwext de got: "Hin kesên niyetxerab bi derewan ji xelkê re behsa 'teqawîtbûna pêşwext' dikin. Bila welatiyên me bizanibin ku tiştekî wisa tuneye."
Wezîr Çelîk, wiha dewam kir: "Niha di 50 saliyê de teqawitbûn heye. Em ê çawa yên ji vî temenî ciwantir teqawit biklin? Li ku dera dinyayê tiştekî wiha heye? Mijara ku em li ser dixebitin ne ev e. Hin kesên niyetxerab bi derewan ji xelkê re behsa 'teqawîtbûna pêşwext' dikin. Bila welatiyên me bizanibin ku tiştekî wisa tuneye."
Wezîr Çelîk, der barê teqawitbûna 60 salî de jî wiha got: "Ev sererastkirin welatiyan mexdur nake. Ev sererastkirin li gorî welatiyan tên çêkirin. Tirkiyê, ji nîşkê ve teqawitbûna 60 salî neanî. Em ê teqawitbûna 40 salî bi qedeme çêbikin û li dora sala 2036'an derxin 60 salî. Niha welatên pêşketî, li ser teqawitbûna 67-70 salî dipeyivin. Helbet dibe ku hin daxwazên ferdî hebin lê divê ev daxwaz, welêt tengezar nekin."