18 Cotmeh 2015•Rojanekirin: 23 Cotmeh 2015
MARDÎN
Êrîşên rêxistina terorê PKKyê li Mêrdîna ku dengê banga mizgeft û zengila dêran tevlihev dibe, di serî de têlkarî û paxirkarî derbeyeke mezin li gelek sektoran da.
Çalakiyên rêxistina terorê PKKyê yên mîna rêbirîn, şewitandina wesayîtan û çalkirina teqemeniyan gelek zirarê dide tûrîzma ku li bajarê Mêrdînê bi xêra pêvajoya çareseriyê geş bibû. Çend sal berê li Mêrdînê di sezona tûrîzmê de rezervasyona otêlan ji sedî 100 têje dibû, lê niha ji ber bûyerên navborî ev rêje ji sedî 80yan şikest.
- "Bêdengbûna çekan dikare careke din tûrîzmê geş bike"
Hosteyê pêxir Yusuf Ozcan diyar kir ku paxirî karê kalkê wî bû û wiha xeberda, "Me berê qoşxane, tawe, surehî, şerbik û misîn çêdikirin. Lê vêga jî em hin cure alavên sûsê çêdikin û difiroşin tûrîstan."
Ozcan diyar kir ku li nava bajêr hunerên destan ên mîna têlkarî û qezaziye jî tên kirin û bûyerên terorê zirar dan beşê hunerên destan jî.
Ozcan bal kişand ku ev 5-6 meh in ku li Mêrdîn û bajarên derûdorê tûrîzmê gelek zirar dît û wiha dewam kir, "Ji ber êrîşan tûrîzm qediya. Wekî esnaf em welatekî aram, ewle û yekî ku emê bikaribin ji zarokên xwe re wekî mîras bihêlin, dixwazin. Bêdengbûna çekan dikare careke din tûrîzmê geş bike."
Esnaf Bekîr Varlik jî bal kişand û got ku ji bo başbûna rewşê aramî divê û wiha xeberda, "Înşellah di demeke kin de ev bûyer dê bi dawî bibin. Tûrîst bira bên Mêrdînê û yekîtî, biratî û dostiyê bibînin. Li vir tu cudaxwazî tuneye. Tirk, kurd, ereb, suryanî, çerkez û ermenî em hemû bi hevra ne, şad û bewtewar in."
Hosteyê têlkariyê Sulku jî der heqê bûyeran de wiha got, "Esnaf xwîn digirî. Heger aşitî nebe, ji me ra jî kar tuneye. Ji bo aşitiyê em dixwazin ku teror xelas bibe."