03 Cotmeh 2015•Rojanekirin: 05 Cotmeh 2015
Mensûbên rêxistina terorê ya dabeşker rêbeja Tûncelî-Pulumurê birîn û 2 eskerên ku bi otobêsa rêwiyan diçûn yekîneyên xwe revandin.
Serokatiya Sererkaniyê di malpera xwe de der barê bûyerên girîng ên nav welêt de agahî dan.
Li gor vê ji terorîstên ku êrîşa çekdarî birin ser Fermandariya Jendirmeyan a Bajêr a Sêrtê 2 terorîst hatin kuştin. Ji terorîstan 2 keleş, bombeyên destan, 2 dûrbînên ku yek jê ya şevê ye, belgeyên rêxistinê û melzemeyên jiyanê hatin bidestxistin.
Her wiha gumanbarê û arîkarî û piştgirî dide rêxistina terorê ya dabeşker jî hat girtin.
Mensûbên rêxistina terorê ya dabeşker rêbeja Tûncelî-Pulumurê birîn û 2 eskerên ku bi otobêsa rêwiyan diçûn yekîneyên xwe revandin.
6 teqemeniyên bidestçêkirî yên ku li Kagizmana navçeya Qersê, Şemzînana navçeya Hekariyê û Ûlûdereya navçeya Şirnexê li rêyan hatibûn bicîkirin ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatin îmhakirin.
Li Karakoyunluya navçeya Îdirê 6 mekanîzmayên teqemeniya bidestçêkirî ya ku kumandaya wan ji dûr ve ne, 18 funyeyên bicêyran, hezar û 100 metro qablo, 420 lître motorîn, cihalek gubre, belgeyên rêxistinê yên muxtelîf û melzemeyên jiyanê hatin bidestxistin.
Li Diyadîna navçeya Agiriyê terorîstekî ku ji rêxistina terorê ya dabeşker reviya bê çek û cebilxane teslîmê hêzên ewlehiyê bû.
Li Oguzeliya navçeya Gazîentabê 3 mensûbên DAEŞê yên biyanî yên hewl didan ku ji rêyên dereqanûnî derbasî Sûriyeyê bin, hatin girtin.