Arîkarê Serokê Bem-Bîr-Senê Recaî Karsli daxuyand ku rêxistina terorê zarokên malbatan bi behaneyan xapandin û ew birin serê çiyê.
Karsli got ku lazim e saziyên civakî yên sivîl yên din jî piştgiriyê bidin vê pêvajoyê û wiha axivî:
"Ez hêvî dikim ku rondikên çavên dayikên dilsoj bisekinin. Hetanî niha xwîna ku rijiya feyde neda tu kesî. Bi tenê dewletên mezin feyde dît. Înşalah ev zarok dê bizivirin û ji bo welêt xîzmetê bikin û dê xebatên baş bikin."
Fatma Bekiya ku birayê wê ji aliyê rêxistina terorê ve hat revandin jî got ku ew 4 mehe ye çalakiyan li dar dixin û êdî ewladên xwe dixwazin.
Bekî wiha axivî:
"Birayê min di zanîngehê de rojnamegerî dixwend. Di pola duyemîn de bû. Bila zarokê me bidin me. Li pêşiya me Îda Qûrbanê ye, bila zarokên me bidin û ev ji me re bibe îd."