11 Adar 2020•Rojanekirin: 12 Adar 2020
Wezareta Karên Navxweyî ragihand ku bi piştgiriya malbatên di encama xebatên qanîkirinê yên cendirmeyan da terorîstek li Rihayê teslîmê hêzên ewlehiyê bû.
Li gor daxuyaniya wezaretê di encama xebatên qanîkirinê yên ku yekîneyên ewlehî û cendirmeyan bi piştgiriya malbatan kirin da belavbûna rêxistina terorê ya dabeşkar dewam dike.
Di vê çarçoveyê da bi xebata qanîkirinê ya ekîbên Fermandariya Cendirmeyan a Stenbolê Hasan Dereyê mensûbê rêxistinê yê bi kod nava "Mîran Dîren" ê ku di sala 2015an da tevî rêxistinê bû bi xebata ekîbên Fermandariya Cendirmeyan a Stenbolê ji ser Sûriyeyê ra hat Rihayê û teslîmê Fermandariya Cendirmeyan bû.
Bi vî awayî jimara terorîstên ku îsal bi rêya qanîkirinê teslîm bûn derket 58an.