27 Îlon 2015•Rojanekirin: 28 Îlon 2015
DİYARBAKIR
Li Bismila navçeya Diyarbekirê, roketavêjekî ku endamên PKKya rêxistina terorê avêt, li xaniyekî ket. Hat ragihandin ku di bûyerê de, zarokeke qîz a 9 salî mir û 5 kes jî birîndar bûn.
Walîtiyê daxuyand ku, li navçeyê endamên PKKya rêxistina terorê hewl dan ku di saet 18.00an de, rê ji çûnûhatinê re bigrin, ji ber vê yekê ekîbên polêsan sewqê cihê bûyerê kirin.
Roketavêja ku terorîstan hewl da bavêjin ser wesayita polêsan, li xaniyê qata sisêyan ê li Bûlwarê Memozînê ket. Di bûyerê de, zarokek qîz a 9 salî mir û 5 kes jî birîndar bûn. Birîndar li nexweşxaneyên Diyarbekirê tên dermankirin.
Lêpirsîna derbarê bûyerê de dewam dike.
-Terorîstê ku êrîşî wesayîta polêsa kir hat kuştin
Endamê PKKya rêxistina terorê ku li Bismila navçeya Diyarbekirê, bi roketavêjekî êrîş li darxist û di êrîşê de zarokeke 9 salî mir, 5 kes jî birîndar bûn, hat kuştin. Kuştina terorîst ji aliyê qemereya polêsan ve hat qeytkirin.
Lî gorî agahiyan polês piştî êrîşê operasyon li dar xist. Terorîstê ku erîş kir ji aliyê polêsan ve hat kuştin. Kuştina terorîst ji aliyê qemereya polêsan ve hat qeytkirin.
Li Bismila navçeya Diyarbekirê, endamên PKKya rêxistina terorê bi roketavêjekî erîş kiribû. Di êrîşê de roket li xaniyekî ketibû. Di bûyerê de, zarokeke qîz a 9 salî mirîbû û 5 kes jî birîndar bibûn .