11 Gulan 2017•Rojanekirin: 12 Gulan 2017
ANKARA
Yek ji wan terorîstên ku di operasyona dawiya meha nîsanê de li Tûnceliyê hatibû kuştin, navê wî di listeya lêgerînê ya Wezareta Navxweyî de ye û tevlî êrîşa li Bîngolê ya ku di encamê de 3 esker hatibûn kuştin, bûbû.
Li gor agahiya ku Hêzên Çekdar ên Tirkiyeyê (TSK) belav kir, di meha nîsanê de li Kizilmescîta ser navçeya Pulumurê ji aliyê hêzên ewlekariyê ve 7 terorîst hatibûn kuştin.
Hat diyarkirin yek ji wan terorîstên ku hatibûn kuştin, Mehmet Fudeyil Aydinê bi navê wî yê kod "Ronî" di listeya porteqalî ya Wezareta Navxweyî de bû.