İbrahim Atmaca
30 Berfanbar 2019•Rojanekirin: 31 Berfanbar 2019
Tezkereya Serokomariyê ya li ser şandina eskeran a ji bo Libyayê ji Serokatiya Meclisê re hat pêşkêşkirin.
Şentop ji bo civînê bang li Lijneya Giştî kir
Serokê TBMMê Mustafa Şentop, bang li Lijneya Giştî ya TBMMê kir ku 2yê meha rêbendanê roja pêncşembê bicive.
Di bangnameya Serokê TBMMê Şentop de wiha hat gotin, "Bi mebesta temînkirina gotûbêja li ser tezkereya Serokomariyê ya bi hejmara 3/1044 ku 30ê berfanbara 2019an ji Serokatiya Meclisê re hatiye pêşkêşkirin, li gorî maddeya 93yemîn a Destûrê û madeya 7emîna rêziknameya Parlementoya Tirkiyeyê, pêwîstî bi banga civîna Lijneya Giştî hat dîtin. Ji ber vê sedemê 2yê meha rêbendanê roja pêncşembê seat 14.00an ez ji bo civînê banga Lijneya Giştî ya TBMMê dikim.
Şentop daxwaz li parlementeran kir ku 2yê rêbendanê li Lijneya Giştî amade bin.